Serokkomar Erdogan: Dibe ku piştî 16ê Nîsanê hûn bi gelek surprîzan re rûbirû bimînin

Serokomar Erdogan diyar kir ew bawer dike ku dê dengdayîna xelkê ji ser ji sedî 52an re ‘Erê’ derkeveû di derheqê helwesta Ewrûpayê de wiha diyar kir “Dibe ku piştî 16ê Nîsanê hûn bi gelek surprîzan re rûbirû bimînin, ew jî dikarin bi sûprîzan re rûbrû bi

“Dibe ku piştî 16ê Nîsanê hûn bi gelek surprîzan re rûbirû bimînin”

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di weşana zindî ya CNN Turk/Kanal D ya weşana hevpar de daxuyaniyên girîng da. Serokomar Erdogan diyar kir ew bawer dike ku dê dengdayîna xelkê ji ser ji sedî 52an re ‘Erê’ derkeve.

Di dema bernameyê de  moderator ji Erdogan pirsa çûyîna Elmanyayê kir. Erdogan pirsa moderator wiha bersivand: “ Niha di rojeva min de tiştek wisa tune ye. Ew ê temamê van rojevan 16ê Nîsanê diyar bike. Dibe ku piştî 16ê Nîsanê hûn bi gelek surprîzan re rûbirû bimînin, ew jî dikarin bi sûprîzan re rûbrû bimînin.”

Erdogan her wiha di derbarê şibandina ‘faşîst’ û ‘Nazî’ de jî diyar kir: “ Hûn azad in ku ji Erdogan re bibêjin ‘dîktator’, lê Erdogan ne azad e ku ji we re bibêje ‘Nazî’ û ‘Faşîst.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin