Serokkomar Erdogan li Xarpêtê axivî

Serokkomar Erdogan ji bo vekirina bi tevahî 119 projeyên nû hat Xarpêtê. Erdogan di bernameya vekirinê de di derheqê guhertina makeqanûn û referandûmê de axivî.

Serokkomar Recep Tayîp Erdogan ji bo ku 119 projeyên nû yên ku 963 milyon TL pere lê hatiye xerckirin veke hat Xarpêtê. Erdogan di bernameya vekirinê de di derheqê guhertina makeqanûn û referandûmê de axivî.

Serokkomar ji gelê Xarpêtê re axavtin kir. Serokkomar Erdoganê ku di derheqê guhertina makeqanûn û referandûmê de axivî wiha destnîşan kir: “Îro kesên ku dijî guhertina makeqanûn û pergala serokkomariyê ne ji ber ku nizanin fayde û zirarê vê mijarê çi ne vê yekê dikin. Hinek ji wan jî dizanin ku mesele çiye ji bo ku dê ev yek fêl û fendê wan xerab bike û zirarê bide berjewendiyê wan ew li dijî vê yekê ne. Beriya her tiştî li Tirkiyê rejîm naguhere. Ya ku diguhere bes pergala rêvebirinê ye.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe