Serokkomar Erdogan NYyê rexne kir

STENBOL - Serokkomar Erdogan bi bîr anî armanca bingehîn a damizrandina Teşkîlata Neteweyên Yekbûyî astengkirina pevçûnan e, lê NY serneketîbûna herî mezin di vê mijarê de dijî.

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî  Civîna Asta Bilind a Însanî ya Dinyayê bû ku ev civîn di mazûvaniya Tirkiyê de li Navenda Kongreya Stenbolê hat tertîpkirin.Serokkomar Erdogan beşdarî civîna ku bi mijara ‘Ji bona pevçûn bên astengkirin û bi dawî bibin lîdertiya siyasî’  hat tertîpkirin bû û di civînê de  axavtinek kir. Erdogan di axavtina xwe ya ku kir de  bi bîr anî armanca bingehîn a damizrandina berî vê 70 salî ya Teşkîlata Neteweyên Yekbûyî astengkirina pevçûnan e, lê  NY serneketîbûna herî mezin di vê mijarê de dijî.

Erdogan di berdewama axavtina xwe de diyar kir di vê mijara serneketîbûnê de berpirsiyariya herî mezin a ya Konseya Ewlekariyê ya NYyê ye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me vê yekê di qeyrana Sûriyê ya ku ev bû 6 sal berdewam dike de dît û em jiyan. Bi şikleke bêberpisiyar geh geh  bikaranîna heqê vetoyan bû sedem ku bi şikleke çalak ji pevçûn û qeyranan re mudahele neyê kirin.Bedela vê yekê jî di serî de zarok, jin û siwîl û her wiha temamê dinyayê dide.Pêwîst e ku di vî warî de hemû kes destê xwe deyne li ser wicdana xwe û gavên pêwîst şert e ku bên avêtin.”

Serokkomar Erdogan di berdewama axavtina xwe de diyar kir qeyrana însanî dibe sedema mişkîleyên hawirdor, pevçûn, teror, feqîrtî û mişkîleyên mîna van.Erdogan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê tenê li ser nîşaneyên nexweşiyê yên qeyranan neyê sekinîn, bi heman awayî pêwîst e ku li ser nexweşiyê bi xwe jî bê sekinîn û divê em polîtîkayên ku ew ê vê pirsgirêkê ji rastê rabikê bişopînin.”

Erdogan di dawiya axavtina xwe de diyar kir ew dibînin ku cudatiyên çandî û mezhebî tên îstîsmar kirin û wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Heger em taahhutên ku îro me li vê derê dane bi şikleke berbiçav bînin cî, ew ê wê rojê bingeha pêşerojeke cûda bê avêtin. Ez we dawetî van tiştan dikin; werin em hemû piştgiriyê bidin van taahhutên ku di vê niştinê de hatine dayîn, werin em li ser sozên xwe bisekinin û em berpirsiyariya lîdertiyê û her wiha em qerarbûn û dîrayetê jî nîşan bidin.”(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapıcıoğlu, ji Cemaat-i İslami re sersaxî û taziye
Li Xezzeyê hejmara şehîdan bû 34 hezar û 454
Dr. Newaf Tekrûrî: Xwepêşandanên xwe yên li qadan bidomînin
Rêber û Serokê Me Hz. Muhammed e
Serokê Yekîtîya ‘Aliman a Dinyayê Qeredaxî: Piştgrîdana xuşk û birayên me yên Xezze û Filistînê wacib e