Serokkomar Erdogan: Pergala ku ne adil be nayê domandin

Serokomar Erdogan, di Zîrveya Konseya Atlantîkê ya Stenbolê de li ser rojevê nirxandinan kir. Erdogan di axavtina xwe ya ku di civînê de kir de destnîşan kir pergala ku ne adil be nayê domandin.

“Rexistineke ku berjewendiyên kesên bi hêz dideyne pêşiya mafên mezlûman nikare îstîqrar û ewlehiyê tesîs bike”

Serokkomar Revep Tayyîp Erdogan li Stenbolê beşdarî civîna Zîrveya Konseya Atlantîkê ya li Stenbolê bû. Erdogan di civînê de di derheqê pergala neadil de wiha axivî: “Pergela ku ne adil be nayê domandin. Rexistineke ku berjewendiyên kesên bi hêz dideyne pêşiya mafên mezlûman nikare îstîqrar û ewlehiyê tesîs bike.”

Serokkomar Erdogan di berdewama axavtina xwe de diyar kir îtîbara Yekîtiya Ewrûpa û Konseya Ewlehiya Neteqeyên Yekbûyî ji berjewendiya çend welatan re tê qurbankirin  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew mekanîzmayên ku ji bo çareseriyê hatine damzirandin ji ber ku ji guherînê re bersivê nadin ku ji ber vê yekê zêdetir mişkîleyan derdixin. Ew rêxistin  ji teref welatên ku dixwazin jê sûdê werbigirin ve tê xwestin bê muhafezekirin.”(ÎLKHA)


















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe