Serokkomar Erdogan:Ew ê ew kesên ku dixwazin ji kaosa li Sûriyê sûdê werbigrin winda bikin

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê DYAyê Donald Trump re daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê da. Erdogan di daxuyaniya çapemeniyê de destnîşan kir “ Ew kesên dixwazin ji tevlîheviya li Sûrî, Iraq, Yemen û li Libyayêsûdê werbigrindê winda bikin.”

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan  di axavtina xwe ya ku di civîna çapemeniyê da de destîşan kir ji teref hinek welatên ve muhatabgirtina YPG/PYDê ne dirist e.

“Ew kesên ku dixwazin ji kaosa li Sûriyê sûdê werbigrin dê winda bikin”

Serokkomar Erdogan di berdewama axavtina xwe de diyar kir em bi qerar in  ku li dijî wan rêxistinên terorê yên ku dahatûya me hevpar tehdîd dikin mucadele bikin. Erdogan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di dahatûya herema me de cî ji rêxistinên terorê tuneye. Nexasim ji teref kî ve dibe bila bibe muhattabgirtina YPGê çewt û xelet e. Her wiha ew ê ew kesên ku dixwazin ji kaosa li Sûriyê firsedê werbigrin winda bikin.”

Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump jî di daxuyaniya hevpar a çapemeniyê de destnîşan kir ew ji qebûlkirina Serokkomar Erdogan şanaz e û wiha got: “Di warê micadeleya bi DEAŞ û PKKê de em li ba Tirkiyê ne.(ÎLKHA)


































 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin