Serokkomartî û Karên Derve piştgiriyê dan êrîşa DYAyê

Di daxuyaniya ku ji teref Berdevkê Serokkomartiyê Îbrahîm Kalin û Wezareta Karên Derve hat dayîn de hat diyarkirin ku piştgirî ji êrîşa DYAyê ya ku li Sûriyê hatiye kirin re tê dayîn.

Berdevkê Serokkomartiyê Îbrahîm Kalin di daxuyaniya ku belav kir de wiha ragihand: “ Em wê êrîşa ku vê şeveqê ji teref DYAyê ve li Baregaha Asimanî ya Şayrata Humusê hat kirin  wek bersiveke ku ji sûcên şer ên ku ji teref rejîma Esed ve hatine kirin re hatiye dayîn dinirxînin. Berterafkirina Baregaha Asimanî ya Şaryatê  ji hêla bêbersivnemana êrîşên kimyewî yên ku li siwîlan hatiye kirin ve gaveke erênî ye. Ji bo qetlîamên nû çênebin divê bi lez herema bi ewlehî û   herama ji firînê re bi qedexe bê tetbîqkirin.”

Di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Karên Derve ve hatiye dayîn de jî hat diyarkirin operasyona ku ji teref DYAyê ve hatiye kirin gaveke pir erênî ye.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin