Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di axavtina xwe ya li Bagcilara Stenbolê de di derbarê biryara Hollandayê ya ku di derheqê firîna Çavuşoglu de daye de wiha diyar kir: “Ev bermayiyên Nazî ne ev faşîst in. Dê em bibînin kê dê balafirên wan çawa bên Tirkiyê.”
Serokkomar Erdogan diyar kir ku Hollanda çiqas zêxtê dike bila bike û çiqas dixwaze teroran xwedî dike bila bike dê wek dewlet ew jî piştî 16ê Nîsanê danekirên xwe yên li dijî Hollandayê pêk bînin.
“Ev bermayiyên Nazî ne ev faşîst in”
Erdogan wiha diyar kir: “Niha însanên Bagcişlarê, ji vir daxuyanî didin Hollandayê. Tu çiqas dixwazî balafira wezîrê me bidî sekinandin bide. Ji vir pê ve ka dê çawa balafirên te werin Tirkiyê? Tabî li vir ez dîplomasiyê diaxivim. Seyahata hemwelatiyan ne. Ew mijareke din e. Dê em nirxandinên xwe gor wê bikin. Ew ne siyasetê dizanin û ne dizanin ku dîplomasiya navneteweyî çawa ye. Ew ev qas tirsonek in. Ev bermayiyên Nazî ne ev faşîst in.” (ÎLKHA)