Serokomar Erdogan: Ger ev ne terorîst bin naxwe terorîst kî ye?

Serokomar Erdoganê ku di Civîna Serokên Bajêran a Berfirehkirî ya AK Partîyê de axivî derbarên êrîşên ku ji teref sîyonîstan ve li Fîlîstînîyan tên kirin de diyar kir “Ger ev ne terorîst bin naxwe terorîst kî ye?”

Serokomar Erdoganê ku di Civîna Serokên Bajêran a Berfirehkirî ya AK Partîyê de axivî.  Erdogan di axavtina xwe ya ku kir de qala êrîşên ku li hember Fîlîstîyan  tên kirin kir û dû re wiha got: “ Muhammedê ku bi nexweşîya sendroma downê ye li vir bû.Li kû derê leşkerên îsraîlê êrîş dikirin Muhammed li wê derê bû. Lê berik îsabetî nedikirin. Hat dema ku ket hundir tekbîr avêt. Li alîyekî îman û li alîyê din dilê bi zingar û bêperwa. Bi heman awayî Cuneydî. Leşkerên çekdar tev êrîş birin li ser wî Cuneydîyê 14-15 salî. Bi wijdan bin. Ev ji terorê re ne mînak e? Birêz Trump çima li hember van tiştan bêdeng dimînî? Ev mezlûmek e, ne terorîst e. Ew leşkerê îsraîl ê ku vê helwestê nîlan daye terorîst e. Zarokek di hêmeza diya xwe de ye û tên bi dîpçikan lê didin. Dema ku ev tişt ji teref îsraîl ve tê kirin hûn çima deng dernaxin?Çima hûn xuya nakin? Çima hûn naqerînin? Li hisabê we nayê.”(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin