Serokomar Erdogan: Konvoya me ya alîkariyê ya ku ji 50 TIRan pêk tê sînor derbas kir

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beriya ziyareta Rûsyayê di daxuyaniya çapemeniyê ya ku da de derbarê erdheja ku li Kurdistana Iraqê qewimî de destnîşan kir “Konvoya me ya alîkariyê ya ku ji 50 TIRan pêk tê sînor derbas kir.”

Erdogan di berdewama daxuyaniya xwe de diyar kir hema piştî erdhejê saziyên wan bi lez sewqî herêmê hatine kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Xweda silametiyê bide xelkê Iraq û Îranê. Piştî bobelatê me saziyên xwe yên eleqedar hema di cî de  sewqî herêmê kir. Saziyên me Heyva Sor, AFAD û yên mîna wan xebatên alîkariyê dikin. Konvoya me ya alîkariyê ya ku ji 50 TIRan pêk tê sînor derbas kir.”(ÎLKHA)

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin