Serokomar Erdogan li ser telefonê bi Trump re axivî

Serokomar Erdogan û Serokê Dewleta Amerîkayê Trump li ser telefonê axivîn, di axavtina ku hat kirin de hat xwestin ku li wê desteka çekan a ku ji teref Amerîka ve ji PYD/YPGê re tê kirin dawî bê anîn.

Hat ragihandin Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Amerîka Donald Trump li ser telefonê hevdîtinek kirin.

Di daxuyanîya ku ji teref Navenda Çapemenîya Serokkomartîyê ve hat dayîn de derbarê mijarê de hat destnîşankirin di hevdîtina ku hat kirin de derbarê geşedanên herî dawî yên li Sûrî, operasyona Efrînê de gotûbêj hatiye kirin.

Her wiha hat ragihandin Erdogan di hevdîtinê de destnîşan kiriye Tirkîye bo ewlehîya xwe ya neteweyî ji xwe re kiriye armanc ku Efrîn ji hemanên terorê bê paqijkirin û hat xwestin ku li wê desteka çekan a ku ji teref Amerîka ve ji PYD/YPGê re tê kirin dawî bê anîn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e