Serokomar Erdogan wê di 22ê mijdarê da biçe Rûsyayê

Serokomar Recep Tayyip Erdoğan wê piştî 10 rojên din carek din biçe Rûsyayê.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wê di 22ê mijdarê de biçe bajarê Soçî yê Rûsyayê û wê bi serok dewletên Rûsya û Îranê re di mijara Sûrî de beşdariya zîrweya sêalî bibe.

Hefteya borî Serokomar Erdogan li Rûsyayê bi Vladîmîr Pûtîn re hevdîtinek kiribû û wê di 22ê mijdarê de li Rûsyayê biçe zîrveyek din. Bi vê ziyareta dawî di sala dawî de Erdogan û Pûtîn ev 6 care rû bi rû hevdîtinan dikin. 

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî jî wê beşdarî civînê bibe. Di civîna asta bilinde wê li ser mijara Sûrî bê sekinandin.

Di civîna asta bilinde, tê hêvîkirin ku li ser agirbesta Sûrî bê sekinandin. Tê gotin wê li ser bertekên Tirkiye yên li dijî Kongireya Gelên Sûriyê bê sekinandin. Wekî tê zanîn PYD jî hatibû dawet kirinî kongreyê û li ser bertekên Tirkiyeyê kongre hatibû taloq kirin. (ÎLKHA)  

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin