Serokomar mexdûrên qetlîama Entabê ziyaret kir

DÎLOK - Serokomar Recep Tayîp Erdoganê ku ji bona beşdarî ‘Mîtînga Biratî, Digelhevî û Yekîtiyê’ bibe hatibû Entabê malbatên kesên ku di êrîşa bombeyî ya li Entabê de jiyana xwe ji dest dabûn ziyaret kir û ji wan re serxweşiyên xwe anî ziman.

 Serokomar Erdogan piştî ku hat Entabê çend cihan ziyaret kir û dû re digel lijneyeke qelebalix, malbatên kesên ku di êrîşa bombeyî ya li Entabê de jiyana xwe ji dest dabûn ziyaret kir û ji wan re serxweşiyên xwe anî ziman.Erdogan di dema ziyaretê de Qur’an û diayên ku hatin xwendin guhdarî kir û dû re ew bi xwe ji bona şehîdan ayetên yekemîn ên Sûreta Baqarayê xwend.(ÎLKHA)
 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Grûba xozan ke kewte merkezê ca bîyê vêniyaye
Îşkenceya li girtîgehên sîyonîstan eşkere kir
Dikandaran derxistin kolanan
5 hezar û 400 şitlê esrarê hatin bidestxistin
Alîkarê fermandarê cendermeyan û jina wî hatin girtin