Serokomarê Iraqê ji birînên daran re bertek nîşan da

Berhem Salihê Serokomarê Iraqê derheqê birînên darên li Herêma Kurdistanê de daxuyanîyek belav kir.

Salih di daxuyanîya ku belav kir de ji bo birîna daran a li Herêma Kurdistanê de got “Birîna daran li hember tebîat û însanîyetê sûcek e.”

Salih di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir: “Digel ew îhlalên ku dibin sedema binpêkirina desthilatdarîyê û koçkirina însanan, li Hîrur û Batîfaya Herêma Kurdistanê birînda daran li hember tebîat û însanîyetê sûcek e.Ji bo pêşîya sûîstîmalan bê girtin û kesên sûcdar bên cezakirin divê hikûmeta federal û û herêmî hevkarîyê bikin.”

Di nûçe û dîmenên ku çend rojên dawî li ser tora medyaya civakî hatin belavkirin de hat destnîşankirin, leşkerên Tirkîyê yên ku li Herêma Kurdistanê li dijî PKKê operasyonê dikin zirarê didin daristanan.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"