Serokwezîr çû Iraqê

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîr Bînalî Yildirim ji bo hinek temasan çû Bexdayê û dûvre dê ji Bexdayê biçe Erbîlê.

Serokwezîr Bînalî Yildirim ji bo hinek temasan çû Iraqê. Hat ragihandin ku dê Yildirim piştî ziyareta xwe ya li Bexdayê biçe Erbîlê.

Ji xeynî Serokwezîr Yildirim Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî Berat Albayrak, Wezîrê Gumruk û Tîcaretê Bulent Tufenkçî, Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Îsmet Yilmaz û Wezîrê Parastina Neteweyî Fîkrî Işik jî beşdarê bernameyê bûn.

Hat ragihandin ku dê Serokwezîr Bînalî Yildirim piştî hevdîtina li Bexdayê dê biçe Erbîlê û li Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Neçîrwan Barzanî re hevdîtin bike. (ÎLKHA)


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

9 gule li camên dikanê ketin
Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin