Serokwezîr Davutoglu dê piştî MYKyê daxuyanî bide

ENQERE - Hat ragihandin Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu dê îro piştî civîna MYKyê daxuyanî bide.

Hat ragihandin Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu dê îro piştî civîna MYKyê daxuyanî bide. Ev biryar ji ber ku piştî hevdîtina Serokkomar Erdogan û Serokwezîr Davutoglu hat dayîn bal kişand.

Hevdîtina Serokkomar Erdogan û Serokwezîr Davutoglu doh di derdora saet 18.45an de destpê kir û 1 saet û 40 deqîqe ajot.

Di çavkaniyên serokkomrtiyê de dat diyarkirin ku ev hevdîtinek asayî ye. Hat ragihandin ku dê Davutoglu piştî Lijneya Rêvebiriyê ya Navenda AK Partiyê daxuyaniyek nivîskî lidar bixe.

Tê axavtin ku dê Davutoglu di Lijneya Rêvebiriyê ya Navenda AK Partiyê ya ku dê îro di saet 11.00an de pêk were de dev ji seroktiyê berde. (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vera problemê bêkarîye vengdaîşê viraştiş u istixdamî
"Parastina mafên mirovan sûc nîne"
Li Dîyarbekirê 48 hezar û 579 esrara kenewîr hatin îmhakirin
Ew ê beşdarî Kongreya Bajarê Dîyarbekirê bibe
Banga civîneke çapemeniyê ya girseyî hat kirin