Serokwezîr di derbarê êrîşa Beyogluyê de peyam weşand

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîr Ahmet Davutoglu di derbarê êrîşa xwekujî ya li ser Cadeya Îstîklalê de peyam weşand.

Serokwezîr Ahmet Davutoglu di peyamê de belav kir ku kesê ku êrîşa xwekujî ya li ser Cadeya Îstîklalê pêk aniye  û piştgiriyên wî tel’în kiriye.

Davutoglu wiha diyar kir: “Wekê ku tê zanîn êrîşa xwekujî ya bombeyî li ser Cadeya Îstîklalê li turîstên ku ji welatên cûr bi cûr hatibûn û li siwîlan hat kirin. Ez van kesên xwekuj û piştgiriyên xwekujên ku ferq naxin nabeyna tu kesî û êrîşên menfûr pêk tînin li ser navê milet, welat û hikûmeta xwe tel’în dikim.”

Davutoglu piştî ku peyama serxweşiyê ji malbatên kesên ku jiyana xwe di êrîşê de dest dane re şand û şîfa ji birîndaran re xxwest axavtina xwe wiha domand: “Rêxistinên teroran êrîşekî menfûr ya din pêk anîn e. Bi wesîla vê bûyerê me carek din jî dît ku hedefa terorê însanî û mirovahiye. Peyam û telefonên ku ji çar terafên dinyayê tên dide nîşandan ku rûyê terorê ya pîs ji teref wan ve jî hatiye dîtin. Di nav van kesên ku jiyana xwe ji dest dane de kesên ku ji welatên cûr bi cûr hatine jî hene. Wek Tirkîye em hertim li dijî terorê tîk sekinîn û me diyar kir ku irq, ziman û dînê terorê tune. Êrîş ji kê tê bila bê divê ku ev êrîş ji teref herkesî ve were tel’în kirin.”

Davutoglu wiha dawî li peyama xwe anî: “Wek Tirkiye heta niha me tekoşîna xwe ya bi terorê re bi şiklekî baş domand û dê em vê yekê ji vê pê ve  bidomînin. Dê tu rêxistinên terorê negihêje armanca xwe. Heta ku dawî li teroran were dê em bi heman ezîm û qerarê tekoşîna xwe bidomînin.” (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye