Serokwezîr Yildirim: Di êrîşa Midyadê de 3 miriyê me hene

Serokwezîr Bînalî Yildirim diyar kir ku di teqîna ku li ewlehiya navçeya Midyadê hat kirin de 1 polês, 2 siwîl bi tevahî 3 kes jiyana xwe ji dest dane.

Serokwezîr Bînalî Yildirim kesên ku doh di teqîna Stenbolê pêk hatibû de birîndar bûbûn li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Hasekiyê ziyaret kir.

Yildirim piştî ziyaretê di derbarê teqîna ku li navçeya Midyada Mêrdînê pêk hatibû de daxuyanî da. Yildirim destnîşan kir ku di encama teqînê de 1 polês, 2 siwîl bi tevahî 3 kes jiyana xwe ji dest dane û 30 kes jî birîndar bûne.

Yildirim wiha axivî: “Ji ber ku bi bariyeran tedbîr hatibû hilgirtin digel teqîna mezin tabî birîndar jî hene. 30 kes birîndar bûne. Mixabin heta niha bi şiklê ku hatiye teyîtkirin 1 polês, 2 siwîl bi tevahî 3 kes jiyana xwe ji dest dane.”

Yildirim bal kişand ku dê tekoşîna bi terorê re bidome. Dûvre Wezîr Yildirim wiha pê de çû: “Li kû dibe bila bibe çi li bajêr çi li çolwarê ji bo ku teror ji rojeva Tirkiyê derkeve dê em bi polês, cendirme, leşker, gundparêz û heta hemwelatiyên xwe ve wek yekvicûd bişev û biroj tekoşîna xwe bidomînin.”

ÎLKHA

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye