Serokwezîr Yildirim: Ev êrîşa xaîn arefaya xelasbûyîna wan e

ÎZMÎR - Serokwezîr Bînalî Yildirim digel çend wezîran li Balafirgeha Adnan Menderes di derbarê êrîşa bombeyî ya ku li Îzmîrê hat kirin de daxuyanî da. Serokwezîr Yildirim di daxuyaniya ku da de destnîşan kir ev êrîşa xaîn arefaya xelasbûyîna wan e.

Yildirim di berdewama axavtina xwe de ji Xweda Teala ji bo kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane  rehmet û ji bo kesên ku birîndar bûne  jî şifayê teleb kir. Yildirim dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Elbet diyar dibe ku ev êrîş ji teref rêxistina terorê ya PKKê ve hatiye kirin û dema ku li muhîmata ku hatiye bidestxistin tê nihêrtin tê fêmkirin ku hewil dane tiştekî mezin biqewimenin. Ger ku bi ser ketibana û gihaştibana armanca xwe dê felaketeke mezin hatibana serê Îzmîra me ya xweşik.”(ÎLKHA)


İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye