Serokwezîr Yildirim: Hêj hesaba 6-7ê Cotmehê maye

ENQERE - Serokwezîr Bînalî Yildirim li Enqerê di Civîna Waliyan a ku ji teref Wezîrtiya Karûbarên Hindir ve di Mala Waliyan de hat lidarxistin de axivî.

Serokwezîr Yildirim daxuyaniyên parlementerên HDPyiyan anî bibîranîn û wiha diyar kir: “Hêj hesaba 6-7ê Cotmehê ya ku wan digot maye. Berê dê hesab bidin dûvre dê ew bizanin ku xeberdana mezin çawa ye.”

Serokwezîr Bînalî Yildirim li Enqerê di Civîna Waliyan a ku ji teref Wezîrtiya Karûbarên Hindir ve di Mala Waliyan de hat lidarxistin de axivî. Serokwezîr Yildirim daxuyaniyên parlementerên HDPyiyan anî bibîranîn û wiha diyar kir: “Hêj hesaba 6-7ê Cotmehê ya ku wan digot maye. Berê dê hesab bidin dûvre dê ew bizanin ku xeberdana mezin çawa ye.”

“Em têketin heyamekî nû”

Yildirim wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di warê tekoşîna bi teroran re em têketin heyamekî nû. Navê vê pêvajoyê parastin nîne, tearuz û daberizîn e. Dê em ji bo deriyên xwe yên sînûran pêşgirî bigirin. Heke em ji derve têketina wan asê nekin bê fayde ye. Dê tu hênceta me tunebe. Ji xeynî têketinên deriyên sînûran her der ciyê têketina dijminan e. Dê demildest bersiv were dayîn. Dê demildest hûn çi hewce dike bikin. Dê hûn havîn û zivistan li ser serê wan bibin.”

“Hêj hesaba 6-7ê Cotmehê ya ku wan digotin maye”

Serokwezîr Yildirim wiha qala îfade û daxuyaniyên parlementerên HDPyiyan ên di derbarê tayînkirina qeyûma de kir: “Partikiya ku têkiliya wê bi terorê re heye rabûye dibêje; ‘Heke hûn tevlê van şaredariyan bibin hûn wiha bikin hûn vî yekê bikin dê em dest bi tekoşînekî siwîlan  bikin.’ Bila tu kes qisûrê mêze neke. Tirkiye dewletekî hiqûqî ye. Tu kes ji qanûnan girîngtir nîne. Bi 4-5 çekên di destê wan de ew dizanin ku dê serî li ber dewletê rakin? Bila qisûrê mêze nekin. Hêj hesaba 6-7ê Cotmehê ya ku wan digotin maye. Berê dê hesab bidin dûvre dê ew bizanin ku xeberdana mezin çawa ye.” (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye