Serokwezîr Yildirim ji gotinên Kiliçdaroglu yên di derheqê penaberan de re bertek nîşan da

Serokwezîr Yildirim li Entabê ji gotinên Kiliçdaroglu yên di derheqê penaberên Sûriyeyî de re bertek nişan da û wiha got “ Dibêjin ‘ew ê Sûriyeyî wiha bibin û wisa bibin’ û serê we tevlîhev dikin. Ji nokê heta kokê ev gotin derew û îftîra ne.”

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di axavtina xwe ya ku li Entabê kiribû de di derheqê penaberên Sûriyeyî de wiha gotibû “ Ew welatiyên ji sinifa yekemîn in yên me ji sinifa duyemîn. Nexweşên me li benda dorê ne, ew li benda dorê nasekinin. Xortên me şehîd dibin xortên wan li kêfa xwe dinêrin. Niha dibêjin ‘ger ku erê derkeve em ê welatîbûnê bidin wan.’ Dixwazin wan bixin welatî.”

Serokwezîr Bînalî Yildirim li Entabê di merasîma ku beşdarî bû de  gotinên Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu rexne kir û di derbarê mijarê de wiha axivî: “Agahiyên çewt û xelet didin we, haya min ji vê yekê heye. Dibêjin ‘ew ê Sûriyeyî wiha bibin û wisa bibin’ û serê we tevlîhev dikin. Ji nokê heta kokê derew û îftîra ne. Entabê bajarê ensaran e û mêvanperwer e. We deriyê mala xwe ji kesên ku di zehmetiyê de ne re vekir. Xweda ji we razî be.”(ÎLKHA)












 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe