Serokwezîr Yildirim: Li kesên ku dibêjin ‘Na’ binêrin û li gor wê qerara xwe bidin

Serokwezîr Bînalî Yildirim li Stenbolê beşdarî Merasîma Temelavêtina Projeya Veguherîna Bajaran a Fikirtepeyê bû û li wê derê axivî. Yildirim di axavtina xwe de destnîşan kir li kesên ku dibêjin ‘Na’ binêrin û li gor wê qerara xwe bidin.

Yildirim di berdewama axavtina xwe de di derbarê referandima ku dê bê kirin de destnîşan kir li kesên ku dibêjin na binêrin û li gor wê qerara xwe bidin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em çima dibêjin, 'belê'? PKK dibêje 'na', ji ber vê yekê  em dibêjin 'belê'. FETO dibêje 'na', ji ber vê yekê em dibêjin 'belê'. HDP dibêje 'na', ji ber vê yekê em dibêjin 'belê'. Li kesên ku dibêjin  'na' mêze kin û li gor wê qerara xwe bidin. Ev xelk dê di referandûmê de dersa yên ku ji cudaxwaziyê ra dibêjin 'belê' û ji yên ku ji FETO ra dibêjin 'belê', bide. Dê mohra 'belê' lê bide û dê ji cudaxwaz û FETOyîstan hesabê bipirse."

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

9 gule li camên dikanê ketin
Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin