Serokwezîr û Serokê Giştî yê AK Partiyê Bînalî Yildirim di civîna komî ya partiya xwe de di derbarê îadeya Fethullah Gulen de axavtinek kir. Yildirim di axavtina xwe ya ku kir de helwesta Emrîka ya di warê îadeya Fethullah Gulen rexne kir û wiha axivî: “Dema ku me got 17-25 Berfanbarê teşebûsa darbê ye we pozê xwe diqirmiçand.Li pêşîya me astengî derdixistin.Mîlîtanên FETO dihatin muhafezekirina. Îro bêîstîsna temamê dinyayê dît ku ev çi qas bi tehlûke û rêxistineke çekdar a terorê ne.A niha min jî, Serokomarê me jî ji bo îadeya serê rêxistina terorê bang li Emrîka kir û me dosyayên xwe ji wan re şand.Ji me re dibêjin ku delîlan nîşanî me bidin.Gundê ku xuya dike rêber naxwaze.Bi qasî ku naxwazin em ê delîlan deynin li ber wan.”
“Êdî dev ji parastina vî kesê ku serê terorîstan e qerin”
Yildirim di berdewama axavtina xwe ya ku tê de rexneyan li Emrîkayê dikir de wiha axivî: “Ez dixwazim ji dostên xwe yên Emrîkayî pirs bikim.Dema ku li Emrîka Kuleyên Bercewî hatin ruxandin û we terorîst ji me teleb kir gelo me pirsa delîlê ji we kir?Ji bo Ladîn delîl nedihat xwestin lê her çi qas ji bo FETO delîl di holê de bin jî çima bi israr delîlan dixwazin?Êdî dev ji muhafezekirina vî kesê ku serê terorîstan e biqerin.Fêda vê yekê ji we re ji Îslamê re nîne.Bila tu kes li qusurê nenêre ev rêxistina terorê ya paralel ji bo maşikê kêrî tu welatî nayê.Belesebeb nan û av nedine û lê xwedî dernekevin.Weke ku em bi jiletê bi xiritînin em ê koka wan bixeritînin.Ne tenê rêxistina terorê ya parelel ew ê hemû rêxistinên terorê neweribin li dewleta Tirkiyê cesaretî îxanetê nîşan bidin.”(ÎLKHA)