Serokwezîr Bînalî Yikdirimê ku di bergeha xebatên referandûmê de çûbû Mûşê piştî mîtîngê ji ber şert û mercên hewayî teyareya wî nekarî xwe li balafirgehê dane. Ji ber vê yekê teyare mecbûr ma xwe di Taxa Kaleyê de danî.
Serokwezîr Bînalî Yikdirimê ku ji ber vê yekê mecbûr ma di rêya biherî ya taxê de meşiya hat dîtin dema ku dimeşe qirş û qal dikevin nav dest û pêyên wî. Ji ber vê yekê Yildirim eniya xwe diqirmiçîne.
Nişteciyên taxê dema ku Serokwezîr Bînalî Yildirim dibînin ji bo vexwarina çayê wî dawetê malên xwe dikin. Yildirim ji nişteciyan re wek pirs got; ‘Vira kû der e?’ nişteciyan wek bersiv gotin; ‘Vira Taxa Kaleyê ya girêdayê navenda Mûşê ye.’ Li ser vê yekê Yildirim wek berteka ji şaredariya ku partiya wî birêve dibe re wiha diyar kir: “Vira tax nîne, gund e. Ev ciyekî çawa ye?’ (ÎLKHA)