Serokwezîr Yildrim: Qeza dê bi şikleke hurgilî bê lêkolînkirin

Serokwezîr Bînalî Yildirimê ku beşdarî merasîma cenazê ya kesên ku li Marmarîsa Muglayê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan bû û destnîşan kir qeza dê bi şikleke hûrgilî bê lêkolînkirin.

 Selda Altay, Hatîce Gullu, Ayşe Kolcu, Mubeccel Dedeoglu, Mukerrem Salcan, Ayşe Nûr Namli Arkan û Serpîl Kaldirimci  di qezaya ku li Marmarîsa Muglayê  pêk hat de  jiyana xwe ji dest dabûn. Serokwezîr Bînalî Yildirimê ku  beşdarî cenazeyê bû di derheqê qezayê de destnîşan kir qeza dê bi şikleke hûrgilî bê lêkolînkirin.

Serokwezîr Yildirim di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ê qeza bê lêkolînkirin û wiha got: “ Ew ê bê kontrolkirin ka şofêr ji qezayê re bûye sedem an rê.  Qezayên ku ji ber  rêyan pêk hatine gelek kêm bûne , lê belê ev yek rastiya ‘Qiralê rêyan tune ye, qûralên rêyan heye.’ naguherîne.”

Weke ku dê bê bîran berî ve çend rojan mîdîbûsa  ku tê de  34 kes hebûn û ji bo Seyrana Roja Dayikan ji Bucaya Îzmîrî ber bi Marmarîsa Muglayê ve diçû qeza kiribû û di encama qezayê de 3 jê zilam û 21 jê pîrek tev de 24 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 10 kes jî giran birîndar bûbûn.(ÎLKHA)








 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe