Pevçûnên esker û PKKê, zirarê dide millet, şert û mercên heyata li gund û çol û çiyan, giran û şerpeze dike.
Xeberan diyar kir ku li herêmê di navbera esker û mensûbên PKKê de şer qewimîne. Li Dêrika navçeya Mêrdînê, bomba di rê de bikeyskirî, di heyama derbasbûna wesaîta polîsan de teqiya. Di hadîseyê de 3 polîs birîndar bûn. Dûre yek ji wan can da.
Li Colemêrgê li navçeya Çelê li herêma serêsêvê û newala Qazanê, di navbera esker û mensûbên PKKê de şer qewimî. Di hadîseyê de usteğmenek û 6 mensûbên PKKê hatin kuştin. Li herêma Geliyê Tiyarê di bombardimanên teyaran de 2 jinên gundî jî birîndar bûn. Paşê yek ji wan can da. Operasyona esker, bi yekîneyên xisûsî û bi helîkopteran dihat rastkirin.
Li Mahserta navçeya Mêrdînê li gundê Kûdê mensûbên PKKê, bi sîlehên otomatîk êrîşî qereqola cendermê kir. Di hadîseyê de ûzman çawîşek birîndar bû. Wî rakirin nexweşxana fakulteya Diyarbekir.
Li Sêrtê li navçeya Perwariyê, li nêzî gundê Osiyanê mensûbên PKKê rê birîn, wesaît dan sekinandin. Dûre cerdevanek û 3 mamosteyên gund bi xwe re revandin. Li ser hadîseyê li herêma çiyayê Herekolê operasyona eskeriyê dest pê bû. Li aliyê din cerdevan û mamosta yên ku berî niha li nêzî gundê Germava Bêşebaba Şirnexê hatibûn revandin, hatin berdan. Ji bo girtina îfadeyê wan birinê qomandariya cendermê.
Li Şemzîna li gundê Besûsînê jî, mensûbekî PKKê xwe berdestî qereqola cendermê kir. Îfada wî hat girtin, sewkî merciyên edlî bû.
www.bangaheq.net