Sersewcî Yê Misirê Îstîfa Xwe Vekişand, Sibê Jî Referandûm Tê Li Dar Xistin

Li Misrê konseya yargiya bilind diyar kir ku, sersewcî Talat Ebdullah Îbrahîm, muracaeta xwe ya îstîfayê, vekişandiye.

 Li Misrê konseya yargiya bilind diyar kir ku, sersewcî Talat Ebdullah Îbrahîm, muracaeta xwe ya îstîfayê, vekişandiye. Sekreterê konseyê Muhammed Mehcûb îfade kir ku, sersewcî Îbrahîm ji ber zordana sersewcîtiyê, muracaeta xwe ya îstîfayê dabû. Îxwan jî diyar kiribû ku ji ber tehdîtan Îbrahîm îstîfa xwe xwestiye.

Sersewcî Ebdullah Îbrahîm, di 22 Mijdarê de ji teref serekcimhûr Muhammed Mûrsî ve hatibû teyin kirin. Ev tevger jî bûbû sebebê niqaş û qirîza navbera dilxwazên Mûrsî û Mubarek. Heyetek ji mensûbên sewcîtiyê, vê qirara Mûrsî qebûlnekiribûn û xwestibûn ku Îbrahîm îstîfa xwe bide.

Li aliyê din piştevanên Muhammd Mûrsî û muxalîf, îro ji bo bêşa duda ya referandûmê derketin meydana. Dilxwazên Husnu Mubarek, ji bo gotina “na”yê wê propaganda bikin. Dilxwaz û piştevanên Muhammed Mûrsî jî, ji bo qebûlkirina referandûmê dest bi mîtîng û civîna dikin. Bêşa duda ya referandûmê sibê tê li dar xistin.

Bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar