Serwîsa xwendekaran û otobusa şarederiyê li hev qelibîn: 2 jê giran 15 birîndar

Li Êlihê serwîsa xwendekaran û otobusa şarederiyê ya ku tê de xwendekarên zanîngehê hebûn li hev qelibîn. Di encama qezayê de 2 jê giran tev de 15 kes birîndar bûn.

Qeza derdora seat 07.00an de de li nêzî Kuyubaşi TOKÎyê pêk hat.  Li gor agahiyên ku hatine wergirtin  serwîsa xwendekaran a bi plaqeya 72 S 0152 a ku ajokara wê Mazhar  Alphan bû ji ber windakirina hakimiyeta dîreksiyonê derbasî şerîda hember bû û li otobusa şaredariyê ya ku tê de xwendekarên zanîngehê hebûn qelibî.

Di encama qezaya ku pêk hat de  ajokarên her wesayîtan Mazhar Alphan û Mehmet Er, 10 xwendekarên zanîngehê û 3 kesên siwîl birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Derbarê mijarê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)

 






















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e