Serwîsa xwendekaran û otomobîl li hev qelibîn: 22 kes birîndar bûn

Li Bidlîsê serwîsa xwendekaran û otomobîl li hev qelibînî di encama qezaya ku pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da û 22 kes jî birîndar bûn.

Qeza derdora şeveqê li ser Rêbeja Bedlîs-Diyarbekirê li mewqiya Buzlupinarê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin   serwîsa  xwendekaran a bi plaqeya 13 S 0039 a ku ajokarê wê Zekeriya Erkek bû û otomobîla bi palqeya 13 AT 900 a ku ajokarê wê Îsa Yeşîlyurt bû li hev qelibîn.

Di encama qezayê de  kesek jiyana xwe ji dest da û 19 kes jê xwendekar tev de 22 kes birîndar bûn, kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin  nexweşxanê.(ÎLKHA)












 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin