Serwîsên karkeran li hev qelibîn: 20 birîndar

Di qezaya ku di encama li hev qelibîna serwîsên karkeran de derket holê de yek jê giran tev de 20 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin qeza di derdora wextên şeveqê de li Xaçarêya Kamîl Şerbetçî ya 3emîn Herema  Pîşêsaziya Organîze ya Entabê pêk hat. Hat ragihandin  mînîbûsa serwîsê yê bi plaqeya 27 S 3699 û mînîbûsa serwîsê ya  bi palqeya 27 S 3151 yê ku ji hember dihat li hev qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de  yek jê giran tev de 20 kes birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxanê. Hat ragihandin ji birîndaran rewşa kesê bi navê Celal Şahîn nebaş e.

Di derbarê qezayê de lêpirsîn hat vekirin.

ÎLKHA





İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe