Şeva Mîracê hat îhyakirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Qendîla Mîracê ya ku tê zanîn Pêxemberê me Hz. Muhammed di wê rojê de derketiye hizûra Xweda Teala li gelek cihan bi dua û îbadetan hat îhyakirin.

Her weke ku tê zanîn Hz. Muhammed  di şeva Qendîla Mîracê de,  Xwedê Teala  Wî ji  Mescîda Haramê aniye Mescîda Eqsayê û ji vir jî derketiye hizûra Xweda Teala.Ev şeva ku bi vî awayî tê zanîn ji teref Mislimanan ve li Diyarbekir, Batman, Edene, Cizîr,Agirî, Bîngol û gelek bajêrên din bi dua û bi îbadetan hat îhyakirin.

Xelk ji bona ku Qendîla Mîracê îhya bike berê xwe da mizgeft û camîyan. Li camiyan ji ber minasebeta Qendîla Mîracê Qur’ana Kerîm û Mewlûda Şerîf hat xwendin. Her wiha ji bona temamê alema Îslamê dua hatin kirin.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin