Şeva Qedrê bi dia û zikiran hat îhyakirin

Ji ber minasebeta Şeva QedrêDiyarbekirî berê xwe dan camiyan û beşdarî bernameyên ku di camiyan de hatin tertîpkirin bûn. Welatiyên ku çûn mizgefta Şeva Qedrê bi dia û zikirina îhyakirin.

Şeva Qedrê ya ku ji hezar mehî bi xêrtir e li Diyarbekirê ji teref zêc û zarok, ciwan û extiyar, biçûk û mezin ve di nav huşuyê de hat îdrakkirin.

Bernameya ku li Mizgefta Îmam Şafîî yê ku li Kayapinara Diyarbekirê ye bi beşdarbûna Miftiyê Bajêr Burhan Îşliyen di seat 20.45an de dest pê kir.

Di bernameya ku bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir û bi axavtina xwe Burhan Îşliyen berdewam kir.Îşliyen di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir Şeva Qedrê  ne rojeke ku mirov tê de temamê şeva xwe bi îbadetê derbas bike  û dû re dîsa vegere wan rojên borî û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Divê em di vê şevê de ji bo wan rojên xwe yên mayî gavên bi qerar bistînin. Şeva Qedrê şeveke ku em tê de soz bidin e.”

Îşlîyen di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê Şeva Qedrê bibe wesîle ku mirov minasebeta xwe ya bi Qur’anê re ji ber çavan derbas bike. Îşliyen dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Rebbê me qedr û qiymet daye me û vê şevê ji me re kiriye diyarî. Divê Şeva Qedrê bibe wesîle ku mirov minasebeta xwe ya bi Qur’anê re ji ber çavan derbas bike. Qur’an di Şeva Qedrê de hat nazilkirin. Ger em Qur’anê nexwînin û ji bo fêm  bikin hewil nedin divê em zanibin ku ew ê roja mehşerê Hz. Muhammed (s.x.l.) dê ji me gilîdar be. Her wiha pêdiviya me bi tobê heye, çawa ku Qur’anê maç dikin û dideynin ser serê xwe bi heman awayî divê em tobê jî deynin ser serê xwe. Sozekê bidin Xweda ku hûn ê êdî ji bin emrê Qur’anê dernekevin.Piştî ku we vê sozê da re hûn ê karibin Şeva Qedrê îhya û îdrak bikin.”(ÎLKHA)




















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe