Şewata daristanê ya li Çewligê digel temamê midaxeleyan her ku diçe belav dibe

Şewata ku şeva înê li Dara Hênêya Çewligê dest pê kir digel temamê midaxeleyan nikare bê tefandin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin şewat şeva înê li gundên Dedebag û Guzeldereyê dest pê kir û di demeke kurt de bi tesîra bayê belavî herêmeke mezin bû.

Ji ber îxbara ku hat kirin ekîbên îtfaîyê û daristanê dest bi midaxeleyê kirin û hewl dan û şewatê bitefînin. Lê ji ber ku herêma ku lê şewat dest pê kiriye çiyayên asê ne di warê midaxele û tefandinê de zehmetî tê kişandin û şewat her ku diçe zêdetir belav dibe.

Di dîmenên ku ji cihê şewatê hatine girtin de tê dîtin ku şewat herêmeke gelekî zêde mezin daye ber xwe.

Sedema derketina şewatê hêj nayê zanîn.
















İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"