Şewata daristanê ya li Diyarbekirê hat tefandin

Şewata daristanê ya li Diyarbekirê piştî mudaxeleya hewayî û bejayî hat kontrolkirin.

Duh danê sibê li herêma daristanî ya di navbera gundên Kuyular û Çukur ya navçeya Haniyê de ji ber sedemeke nediyar şewat derket.

Şewat bi tesîra bayê di demeke kurt de mezin bû.

Bi xeberdayînê re ekîbên Midûriyeta Rêveberiya Daristanê ya Diyarbekirê sewqî herêmê hatin kirin.

Helîkopterên leşkerî jî piştgirî dan xebatên vemirandina agir.

Piştî mudaxeleya hewayî û bejayî şewat hat kontrolkirin.

Hat diyarkirin ku di şewatê de 12 hektar erd zirar dît.

Li herêmê xebatên sarkirinê dewam dikin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno