Şewata li Licêya Dîyarbekirê hat tefandin

Şewata ku li Licêya Dîyarbekirê pêk hatibû piştî 18 seatan hat vemirandin.

Li gundê Hûseynîka Liceya Dîyarbekirê di daristanê de şewateke ku hêj sedema wê nayê zanîn pêk hatibû. Ji şewatê re ekîbên îtfaîye ên Şaredarîya Bajarê Mezin a Dîyarbekirê, Şaredarîya Licê, Şaredarîya Dara Hênê ya Çewligê û cenderme û ekîbên girêdayê Midurtîya Daristanê yê Dîyarbekirê hatin sewqakirin.

Midurê Karên Daristan yê Dîyarbekirê Davut Ayzît, diyar kir ku doh êvarê şewata ku dest pê kiribû, bi midexeleya ekîban hat vemirandin.

Li herêmê xebatên sarkirinê hêj didome. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno