Hassan Şaherê Ehlê Sûrî yê ku ji ber pevçûna navxweyî ji bajarê Heleba Sûrî koç kiriye hatiye li bajarê Entabê sitiriye bi çûkên kedî yên ku xwedî dike hewl dide ku şewata şerê ji bîr bike.
Şaherê ku 4 sal berê ji ber şerê navxweyî ya Sûrî ji Helebê hatiye li Entabê sitiriye digel şert û mercên neyînî yên ku li welatê xwe dûçar bûye li Entabê bi çûkên muhebbetê yên ku ew xwedî dike hewl dide ku ji bîr bike.
Şaher diyar kir ku ew bi çûkên ku xwedî dike xeyala azadiya welatê xwe dike. Şaher destnîşan kir ku ew bi xwedîkirina çûkên kedî yên muhabbete di dikana ku bi derfetên xwe vekiriye hewl dide ku kul û kovana şerê ji bîr bike.
Şaher wiha diyar kir: “Ez 4 sal berê ji ber şerê li Sûriyê hatime bajarê entabê. Min dikana çûkan vekir. Ez li vir kirrîn û firotina çûkan dikim. Bi vê şiklê hewl didim ku debara xwe temîn bikim. Ji ber li Sûrî pirsgirêk hebû em hatin vir. Li Sûrî min karê qesabtiyê dikir. Lê li vir min ji ber mereqa xwe ya çûkan dikaneke vekir. Ez li vir him çûk xwedî dikim û him jî difroşim.”
“Beriya şerê jiyan l i Sûrî pirr xweş bû”
Şaher diyar kir ku berê li Sûrî jiyan pirr xweş bûye. Dûvre Şaher wiha destnîşan kir: “Li Sûrî pirsgirêkên pirr mezin hebûn. Tu kes li Sûrî nema. Hemî hatin vira. Niha şer xelas bibe jî tu kes naçe. Lewra hêj jî kesên ku ji Sûrî direvin hene. Beriya şerê jiyan l i Sûrî pirr xweş bû. Li Sûrî her tiştên me hebû. Ez ji ber ku şer li wir hebû hatim vira. Lewra li Sûrî tu tiştekî me nema. Her yekî jime çû dereke din.”
Şaherê ku diyar kir ew bi dengê çûkan kêfxweş dibe diyar kir ku trawmaya li welatê xwe derbas kiriye hewl dide ku bi çûkçên muhabbetê jibîr bike. Dûvre Şaher wiha diyar kir: “Ez j çûkan pirr hez dikim. Min vê dikanê nû vekir. Dengê çûkan pirr xweş e. Bi dengê çûkan bêhna min fireh dibe.” (ÎLKHA)