Şewba ebolayê bi lez belav dibe. Di rojekê de 200 kes ji ber vîrusa ebolayê mirin û hejmara miriyan giha 2 hezar û 296an.
Teşkîlata Tenduristiyê ya Dinyayê beyan kir ku dibe ji ber vîrusa ebolayê li 5 welatên rojavayê Efrîkayê hejmara miriyan zêde bibe. Li gorî îstatîstîkên teşkîlatê, zêdetirî 4 hezar û 293 hedîseyên bi nexweşîya ebolayê ketinê pêk hatine.
Herî zêde Lîberya ji vîrusê tesîr bûye û di hukmê 3 hefteyên di pêş de bi hezaran hedîseyên nû yên bi nexweşiyê ketinê tê hêvîkirin. Li welêt ji sedî 60ê hedîseyên mirina ji ber nexweşiyê, di her sê hefteyên dawîn de pêk hatin. Ev rêje li Gîne û Sîerra Leoneyê ji sedî 29 e.
Li Sîerra Leoneyê di navbera 18 û 21ê Îlonê de, derketina kuçeyan qedexe û yesax e. Di vê demê de ew ê wezîfedarên tenduristiyê kesên ku bi vîrusa ebolayê bin teşxîs bikin.
Şewba ebolayê li Nîjerya û Kongoyê jî tê dîtin. Li Senegalê jî du kes bi gumana ebolayê ketin bin tedawiyê.
Teşkîlata Tenduristiyê ya Dinyayê, di 6ê Îlonê de li Cenewreyê, di heqê ebolayê de şêwra civînê ya ku du rojan dewam kiribû û di gelek sehayan de 150 pispor beşdar bûbûn li dar xistibû. Di dawîya civînê de hatibû beyankirin ku heta niha tu parza û îlacê ku nexweşî tedawî kiriye yan jî daye sekinandin nehatiye ispatkirin û peyitandin.
Vîrusa ebolayê bi xwezîya îdrar û xwîn û xwêdan û tûkê belav dibe. Li gorî teşkîlata tenduristiyê, nexweşî di navbera rêjeya ji sedî 25 û ji sedî 90î de bi mirinê encam dibe.