Şewitîna wesaîta hepsê

Du sal berê, wesaîteke hepsê ya ku, ji Wanê mehkûm dibirin Stenbolê, di riya navbera Kayserî û Meletê de, agir pê ketibû. Di hadîseyê de 5 mehkûm bi şewatê can dabûn.

Du sal berê, wesaîteke hepsê ya ku, ji Wanê mehkûm dibirin Stenbolê, di riya navbera Kayserî û Meletê de, agir pê ketibû. Di hadîseyê de 5 mehkûm bi şewatê can dabûn.

Celseya doza şewitînê, li mehkema ceza giran ya yekem ya Kayseriyê hat kirin. Di celseyê de, îfada eskerê cendermê yê ku di hadîseyê de wezîfedar bû hat stendin. Esker di îfada xwe de wiha got “Roja hadîseyê ez di wesaîtê de wezîfedar bûm. Saetek beriya şewatê, sîstema deriyê wesaîtê xera bû. Me gazî serwîsê kir. Gotin deriyan bi qayîşan girê bidin û dewam bikin. Ji xwe wesaît pirî caran ariza dida. Wesaît bi çend rojan berî hadîseyê, çûbû serwîsê lê bê tamîr vegeriyabû. Heger wan ariza tamîr bikrana, wê facîa neqewimiya.”

Wekî tê zanîn ku, sewcîtiya Cimhûriyetê li ser hadîseyê îddîaname hazir kiriye. Di îddîanamê de ji bo şofêrê wesaîtê, qomandariya cenderma hepsê û astsûbayê alîkarê qomandarê wesaîtê, di navbera 2 û 15 salan de ceza hepsê tê xwestin. Di îddîanamê de tê gotin ku, digel beriya şewatê di wesaîtê de ariza qewimiye jî, wesaîtê riya xwe domandiye.

bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar