Şêx Îkrîme Sabrî: Sîyonîstên îşxalker ditirsin ku berxwedan belav bibe

Şêx îkrîm Sabrîyê Mele Xetîbê Mescîdî Eqsayê ku Plana Rabûna Pênc Salan a rejima sîyonîst a îşxalkeran nirxand, diyar kir ku rejima îşxalker a sîyonîst ditirse ku berxwedan belav bibe.

Di daxuyanîya Şêx Îkrîme yê ku derheqê Plana Rabûna Pênc Salan a rejima sîyonîst a îşxalker de belav kir de, hat îfadekirin ku ev plana ku tê kirin armanca wê ya rastî dorpêçkirina Mescîdî Eqsa û Quds e, ji ber ku rejima îşxalker ditirse berxwedan zêde bibe û belav bibe hewce ji ev dorpêçê re dibîne.

Şêx Îkrîmeyê ku diyar kir sîyonîstan bi vê planê plan dikin ku ew Qudsê bi temamî bi rengê Cihûyîyan boyax bike ye, ew bi vê şeklê armanc dike ku eserên ku nasnameya Îslamê di nav xwe de dihewîne ji holê rabike, ev plana ku tê kirin di nav xwe de neyartîya eşkere a li dijî Mescîdî Eqsayê dihewîne, Îkrîme îfade kir ku divê li hember ev planê micadele bê kirin û ev plan neyê bikaranîtin.

Rejima îşxalker, di 20ê Tebaxê roja Yekşemê de “Plana Rabûna Pênc Salan a Duyemîn” ku ji bo Qudsê talûkeya ciddîye û îşxalkeran armanc dikin ku îşxala li wê derê biqewet bikin qebûl kiribû. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno