Şêx Omer Abdurrahman wefat kir

Damezrênerê Cemaeta Îslamiye yê Misrê Şêx Omer Abdurrahmanê ku li DYEyê girtî bû wefat kir.

Damezrênerê Cemaeta Îslamiye yê Misrê û lîderê manewî Şêx Omer Abdurrahmanê ku li DYEyê cezaya sermedî jê re hatibû dayîn wefat kir.

Di derbarê Şêx Omer Abdurrahman 79 salî de çend roj berê rêvebirên Cemaeta Îslamiye daxuyanî dabûn. Di daxuyaniyê de hatibû destnîşankirin ku rêvebiriya Serokê DYEyê Donald Trump jiyana Şêx bi xeterê re rû bi rû dihêle.

Şêwirmendê Çapemeniyê yê Partiya Avadan û Pêşketinê yê şaxa siyasî ya Cemaeta Îslamiye Halîd Eş-Şerîf rêvebiriya DYEyê ji ber ku jiyana Damezrênerê Cemaeta Îslamiye yê Misrê Şêx Omer Abdurrahmanî bi xeterê re rû bir û hêştiye sûcdar kir û ji ber ku muemeleya rêvebiriya Donald Trump ji Şêx re baş nebûye vê helwestê jî şermezar kiriye.

Şerîf diyar kir ku rêvebiriya DYEyê dest daniye ser derman û radyoya ku Şêx Abdurrahman bikar dianiya û bi vê şiklê jî jiyana Şêx bi xeter û talûkê re rû bir û maye. Dûvre Şerîf wiha diyar kiribû: “Şêx Abdurrahman roja çarşemê li malbata xwe geriyaye û diyar kiriye ku rewşa wî roj bi roj xerabtir dibe. Dibe ku ev axavtina wî ya herî dawî bibe.”

Her wiha Şerîf diyar kir ku rêvebiriya DYEyê bi tirs û tehdît zextê daye ser parêzerê Şêx Abdurrahmanê ku ji eslê xwe ve Filîstînî ye lê hemwelatê DYEyê ye da ku xwe ji dozê bikêşe. (ÎLKHA)


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe