Li paytexta Şamê, li herêma Mezre’a, li Camiya Îman êrîşek hat kirin. Di êrîşê de Şêx Muhammed Se’îd Remezan El Botî hat qetil kirin. Di êrîşa han de ji bilî Şêx Botî gelek kesên din jî can dan.
Televizyona Rejima Sûrîye diyar kir ku, merivekî bi xwe ve bombe girêdaye û pey re jî xwe teqandiye. Di encama teqînê de zêdeyê 40 kesî can dane. Di nav kesên candane de Xetîbê Camiya Emewî Şêx Remezan El Botî û neviyê wî jî heye.
Li gor tê zanîn, Remezan El Botî ji destpêka bûyerên li Sûriyê vir ve piştgiriya rejimê dikir. Remezan El Botî bi eslê xwe ji Kurdên Cizîra Botan bû ji ‘alimên herî mezin yê Îslamê dihat qebûl kirin. Botî zêdeyê 60 kitêbî nivîsandibû. Di mijarên Akaîd, Fikih û Ûsûla Fiqhê de pispor bû.
Rejimê pey kuştina Botî, muxalifan sûcdar kir. Muxalifan van îddîayên rejimê înkar kirin û êrîşa hanê şermezarkirin. Muxalifan beyan kirin ku tu demî li hember camiyan êrîşên bi vî awayî nekirine û nakin jî.
Hinek çavkaniyên ji malbata Botî beyan kirin ku Şêx Remezan El Botî dixweste ku ji Sûriye derkeve.
Hinek çavkaniyên muxalifan beyan kirin ku; êrîş ji alî rejimê ve hatiye kirin.