Şêx Seîd Hat Yadkirin

Hereketa Mustezefan, Bi Du Bernameyan Şehîd Kirina Şêx Seîd û Hevaldozên Wî Bibîr Anî

Hereketa Mustezefan, di salvegera îdam kirina Şêx Seîd Efendî de, Şêx Seîd û 47 hevaldozên wî, bi du bernama yad kir.

Her dû bername, di salona Kaplanê de, hat li dar xistin. Bernama ewil, ji teref komîsyona jinan ya hereketê ve, saet di diduyê nîvro de, hat hildan. Bername bi xwendina Quranê dest pê kir. Her du axaftvanên jin, bi Tirkî û bi Kurdî peyivîn. Di xeberdanên xwe de, behsa amanc û mucadele û qîmeta qiyama Şêx Seîd Efendî kirin. Bername bi der barê mucadela Şêx Seîd de bi sînevîzyonê dewam kir û bi dua dawî bû.

Her wiha li eynî salonê, saet di 8 û nîvê şevê de, ji bo zilaman bername hat li dar xistin. Bi xwendina Quranê dest pê kir. Yahya Xoca, li ser hedef û mucadela Şêx Seîd û hevalên wî sekinî. Bi peyvên Şêx, wê rojê anî ber çava. Sebebên şikestina eskerên Şêx Seîd, diyar kir. Peyre grûb wuslat bi helbestên xwe qiyama Şêx Seîd nihurandin. Mamoste Necat Ozdemîr, di xeberdana xwe ya Kurdî de, li ser ders û hîkmetên mucadela Şêx Seîd sekinî. Da zanîn ku divê nesla nû, ji nêzdîroka xwe xeberdar bin daku neyên hîle û xapên neyarên zalim û irqçî. Bername bi sitranên li ser Şêx Seîd û hevalên wî, bi xwendina dua bi dawî bû.

Her wekî tê zanîn, di salvegera şehadeta Şêx Seîd û hevalên wî de, wê di 29ê Hezîranê de, roja înê saet di 6ê êvarê de, li meydana Batikentê, bernama beyanata medyayî bi girse, bê li dar xistin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be