Sextekaran li ser navê qîza 6 salî holdîng vekirin

Li Mûşê bavê ku bihîst sextekaran li ser navê qîza wî ya 6 salî holdîng vekirine demildest ji vê yekê gilîdar bû.

Li Mûşê sextekaran li ser navê qîza 6 salî holdîng vekirin. Bavê ku piştî evraq hatin malê ji hedîsê hayîdar bû çû dozgeriyê û ji vê yekê gilîdar bû.

Ji teref sextekaran ve li ser navê xwendekara pola yekemîn Hîranur Demîra li navçeya Kortuka Mûşê di Gundê Tirmêtê de dijî holdîng hati vekirin. Bav Aydin Demîrê ku pîştî evraqên posteyê anîne mala wî ji hedîsê haydar bû çû dozgeriyê û ji vê yekê gilîdar bû.

Bav Demîr diyar kir ku li ser navê qîza wî ji sîgortaya şirketê wek pere ceza hatiye. Dûvre Demîr wiha li axavti na xwe zêde kir: “Doh poste hinek ewraq anî mala me. Di van ewraqan de li ser navê qîza min hezar û 770 TL wek ceza pere hatiye birîn. Qîza min jî di sala 2011an de hatiye dinê. Yanê dema ku ev muemeleya hanê dema ku qîza min 5 salî bûye hatiye kirin.”

Demîr diyar ku ew çûye giliya xwe ji serdozgeriyê re ragihandiye. Dûvre Demîr wiha pê de çû: “Dema ku min ewraqan xwend ez gihiştimê ku çewtiyeke heye û ez hatim şirketa sîgortayê. Li vir ewqraqeke dane min û ji min re wiha gotin; ‘ev ji teref şebekeya sextekaran ve hatiye amadekirin.”

Demîr piştî ku wek pir wiha diaxive: “Li ser navê zarokeke ku nikare biaxive vekirina haldîngê wiha hêsan ê?” dûvre wiha axavtina xwe domand: “Dema ku min van ewraqan xwend ez gihiştimê ku sextekaran me xistinê davikê û li ser navê me sextekarî hatiye kirin. Es çûm Saziya Sîgortayên Civakî û min li wir dema ku van belgeyan lêkolîn kir min bihîst ku li ser navê qîza min a 6 salî holdîng hatiye vekirin. Dûvre min giliya vê yekê kir. Her wiha ji bo ku dûbare ev mexdûriyet çênebin wek madî û manewî ez ji terefa hember gilîdar im.” (ÎLKHA)












 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe