Seyda Mûhammed Sûdan hat bi bîranîn

Ji rûsipî û pêşîyên cemaeta Hîzbûllah Mûhemmed Sûdan, di salvegera yekemîn ya wefata wî de li ser mezelê wî hat bibîranîn. Perwerdekar û nivîskar Mehmet Bahattîn Temel di merasima yâd kirinê de axivi û da zanîn ku însanên weka Mamoste Sûdan şexsîyetên nim

Di merasîma yad kirinê de got: Kekê Mûhemmed Sûdan, yek ji wan qehremanên ku navê wan nayê zanîn bû

Ji rûsipî peşîyên cemaeta Hîzbûllah Mûhemmed Sûdan, ji ber nexweşîyeke giran, sala borî di 10ê Nîsanê de çû ber Rehma Xweda.

Di salvegera wefata wî ya yekemîn de, ji taliyê malbata wî, hezkiroxê wî û hevaldozên wî ve bi merasimekê li ser mezelê wî hat yâd kirin.

Merasima bibîranînê, ji zarê kurê merhûm mamoste Sûdan, Huseyîn Sûdan ve bi xwendina Yasîna Şerîf dest pê kir û bi axaftina perwerdekar û nivîskar Mehmet Bahattîn Temel berdewam kir.

Perwerdekar û nivîskar Temel îfade kir ku însanekî weka Sûdan xoce, şexsîyet û kesayetek nimûne û mînak e. Hezkirina wî wê bi şopandina doza wî hê bêtir bi maneyê qezenc bike û weha got: “Di tarîxê de gelek qehremanên bê nav hatine û çûne. Lê belê qedr û qîmetê wan piştî wefata wan hê bêtir tê fêm kirin. Kekê me yê Mûhemmed Sûdan jî yek ji wan qehremanên bê nav e. Yek ji wan mîrasê ku Kekê Mûhemmed Sûdan ji me re hiştîye, xebatên di camîyan de ye. Divê lazime li vê xebatê xweyî derkeve û dewam bikin.”

Temel, axaftina xwe ya di derbarê Sûdan de weha pê de çû: “Mûhemmed Sûdan xoce, bi salan di zîndanan de weka Hz. Yûsûf mucadele kir. Divê em vê yekê qet ji bîr nekin ku ciwanîya Mûhemmed Sûdan xoce li paş hiştîye, lazime qasî ku çavê wî li paş nemîne serbilind, li ser pîya û di nava mucadeleyê de be.”

Temel got mîrata herî giran a seyda Sudan, xabatên liser mizgeft û camîyanên û axaftina xwe wiha domand: Divê em xebatên Sudan nîvî nehêlin û mirovên yên ku ketinên nav nexweşîyên manewi em bi destên wan bigirên bibin camîyan. Divê xortên yên bi bîrdozî û îdeolojiyan ji me durketitinin em derîyên xwe ji wan re bi temamî negirên. Cîhên van civanan mizgeft û camînên. Em hêvî dikin ku Xweda Teala van xortan bi çûyîna camîyan wan biparêze.

Temel wiha dawî li axaftina xwe anî:  Em hêvî dikin ku çavên seydayê  Sûdan wê li paş ve nehêlin.  Gelek taybetmendîyên Sûdan en xweş hene. Divê em jî ji bo însanên mîna Sûdan bixebitin. Her birayekê me wek Sûdan ji vê dozê re wê karûberên xwe bikin û wê heta bêhna xwe ya dawî wê xizmeta xwe ya Îslamê dewam bike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar