Sibe erdheja Wanê tê bîranîn: Birîn hê nû ne

Sibe erdheja Wanê tê bîranîn: Birîn hê nû ne

Hewlêr (Rûdaw) – Sibe yekemîn salvgera erdheja Wanê bi merasîkê tê bibîranîn. Tevî ku salek li ser erdheja Wanê re derbas jî bû, lê hê birînên erdhejzadeyan nû ne.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê walîtiya Wanê ve hatî dayîn, bernameya bîranîna salvegera erdheja Wanê sibe (22.10.12) li ser rêya navçeya Qelqelî (Ozalp) ya Wanê ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, bi merasîma çandina daran dest pê dike.

Bi ser erdheja Wan û Erdişê ya hêza wê 7.2 pêk hatî re salek derbas bû. Di erdhejên 23'ê cotmeh û 9'ê mijdara 2011'an de li Wanê pêk hatin de 644 kesan jiyana xweji dest da û bi hezaran kes birîndarbûn. Ligel bi ser erdhejê re salek derbas bû, lê hê jî birînên welatiyên Wanê nehatin kewandin.

Piştî herdu erdhejan, ligel şertên dijwar ên zivistanê welatiyên Wanê bi rojan bi beteniyan li park û li ser riyan têkoşîna jiyanê dan.

Li ser bertekên raya giştî kêm jî be hikûmetê çadir li welatiyan belav kirin. Welatiyan di konên li gorî havînê hatin çêkirin û sobeyan têde nedanîn sobe tê da danîn. Sobeyên di çadiran de hatin danîn bi xwe re mirin anîn. Di zivistanê de hem di bajarên çadir de û hem jî li taxan nêzî 200 şewatên çadiran pêk hatin. Ji ber kolanên teng îtfaiyeyê nekarî mudaxeleyê li şewatan bike. Di şewatên çadiran de 11 zarokên temenê wan 3 û 7 jiyana xwe ji dest dan û bi dehan welatî jî birîndar bûn.

Piştî erdhejê bi hezaran welatî bajar terikandin û ber bi bajarên din ên Kurdistan û metrepolên Tirkiyê ve dest bi koçberiyê kirin.

Wêne: DÎHA

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be