Siddiq Dûrgûn bû qurbana rapora Sazîya Tiba Edlî

Di girtîgehê de wefatkirina hukumxwarîyê Hîzbûllah, Siddiq Dûrgûnê ku bi nexweşîyeke giran ketibû îddîayên ku îhmala Sazîya Tiba Edlî anî rojevê.

Sazîya Tiba Edlî derheqê hukumxwarîyê Hîzbûllah, Siddiq Dûrgûnê ku bi nexweşîyeke giran ketibû rapora ku “dikare bi tena serê xwe li girtîgehê bijî“ dabû. Lê belê Siddiq Dûrgûn li girtîgeha Elezîzê canê xwe ji dest da.

Digel nexweşîya giran, Siddiq Dûrgûn nehat tehlîyekirin. Ev yek jî bi xwe re îddîayên îhmalkarî û neheqîyê ku ji teref Tiba Edlî ve tê kirin anî rojevê.

Di dema ku li bendeyî encama serîlêdanê de bû wefat kir.

Dûrgûnê ku bi nexweşîya giran ketibû 72 salî bû û ne zarokên xwe ne jî parêzerên xwe nas dikir, nikaribû birêve here û bi piranî kursîya biteker bi kar dianî. Çend caran ji bo rapora heyetê serîlêdan li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêgerînê Gazî Yaşargîlê kiribû, lê belê ticarî rapor ji Siddiq re nedihat dayîn.Ev îhmal û îddîa pirsa “Gelo Tiba Edlî li gorî kesan miamele dike?” anî bîran. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e
Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin