Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê teqemenîya ku ji teref PKKyiyan ve li ber rê hatibû bicîkirin di dema derbasbûna wesayîta polêsan de hatibû teqandin ku di teqînê 9 jê polês tevde 10 birîndar bûbûn.Di encama teqînê de li ser rê di 3 metro kurahî û 7 metro firehayiyê de çal pêk hat.Ji ber teqînê rê ji trafîkê re hat girtin.
Hat diyarkirin wesayîtên ku ji ber teqînê di rê de mabûn heta wextên şeveqê li wir sekinîn û encax bi vekirina rê ketin hereketê. Her wiha ji ber teqînê dikan, mal û wesayîtên derdorê jî gelek zirar dîtin. (ÎLKHA)