Şikeftan wek sarincê bi kar tînin

Hekariyên ku di demsala havînê de pincarên ku ji serê çiyayan berhev dikin û xurekên ku hazir dikin ji bo ji germahiya havînê mihafeze bikin şikeftên heremê wek sarincê bi kar bînin.

Şêniyên gundê Taşbaşiya Hekariyê dijîn pincara ku berhev dikin, pênîra ku çêdikin û xurekên ku amade dikin, ji bo  ji germahiya havînê wan mihafeze bikin şikeftên nêzî xwe yên li heremê wek sarincê bi kar tînin. Ev kevneşopiya ku hêj mêj ve heye hêj li gund ji teref şêniyên gund ve tê domandin. Şêniyên gund wan şikeftên ku berî wan  hatine vedan bi kar tînin û bi awayî xurek, mast, pênîr û tiştên xwe din ji xirabûnê mihafeze dikin.

“Me ji naçarî temamê xwarinên xwe bi vî awayî mihafeze dikir û em vê metodê hêj bi kar tînin”

Ji şêniyên gund Hacer Taşçi di derbarê mijarê de diyar kir ew ev 30 sal e ku van şikeftan wek sarincê bi kar tînin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Mezinên me vê yekê ji Ermeniyên ku berî niha li heremê dijiyan hîn bûne. Ji ber ku di demên berê de sarinc tunebûn Ermenî xwarin û xurekên xwe bi vî awayî mihafeze dikirin. Me berî vê 30 salî hat vî gundî. Di wan deman de sarinc tunebûn. Me ji naçarî temamê xwarinên xwe bi vî awayî mihafeze dikir û em vê metodê hêj bi kar tînin.

“Ev yek kevneşopiya vê heremê ye û ji mêj ve heye”

Kesa bi navê Aysel Dayan jî di derheqê mijarê de diyar kir ji ber ku sarinc têra wan nake ew serî li vê metodê dide û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev yek kevneşopiya vê heremê ye û ji mêj ve heye. Ji ber ku şikeft cemidî em temamê xurekên xwe yên zivistanê , pênîr, mast, pirak û pancarên ku em di biharî de wan berhev dikin di vir de mihafeze dikin. Bi saya şikeftan ev hemî cemidî dimînin. Em vê kevneşopiyê hêj didomînin.”

ÎLKHA





İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe