Wezîrê Karên Derve Mevlût Çavûşoğlû, bû mêvanê maseya edîtoran a Ajansa Anadolûyê û li ser qirarên Zîrweya Natoyê xeber da.
Çavûşoğlû di mijara ku bi ser navê mucadela li ber DAÎŞê ji İraqê re sîleh tên şandin de îqaz kir û weha got:
“Dibe ku wê sîleh ji ku derê re bên şandin neyê kontrolkirin. Lê divê sîleh nekevin destê Pkk û rêxistinên terorê. Me jî di vê mijarê de hessasiyeta xwe anî ziman.”
Li ser guhdarîkirina Tirkiyeyê ya ji aliyê îstîxbaratên Almanya û Amerîkayê ve jî wehat got: “Birêz serokcimhûr ji lîderên van welatan re gotiye ku tercîh dike ku evan mijar ne bi wasîteya medyayê, rasterast bên xeberdan.
Wezîr li ser êrîşên Îsraîlê yên li ser Ğezzeyê ku bûbûn sedema qetilkirina gelek sivîlan jî wiha axivî: “Mixabin welatên ğerbê li ber drama li Ğezzeyê bêdeng man. Bi gotineke din di sinifê de man.”