Sîlehên Kîmyewî Hatine Bikaranîn

Teşkîlata Qedexekirina Sîlehên Kîmyewî da zanîn ku mufettîşên wê, li Sûrîyê delîlên xurt bi dest xistine ku sîlehên kîmyewî hatine bikaranîn.

Li Sûriyê rejîma Esed dev ji qetilkirina xelkê xwe ya bi sîlehên kîmyewî bernade.

Komîsyona Lêkolîna Rastiyan a Teşkîlata Qedexekirina Sîlehên Kîmyewî raporek amade kir. Li gorî raporê li Sûriyê gaza klorê bi bername wek sîlehê hatiye bikaranîn. Teşkîlatê da zanîn ku di vî warî de gelek belge û delîl bi dest xistine.

Di 21ê Tebaxa 2013an de li herêma Gûtaya Rojhilatê ya Şamê, bi gaza jehrî êrîş pêk hatibû, di hedîseyê de zêdetirî 1400 kes hatibûn qetilkirin. Heyeta Neteweyên Yekbûyî jî tesbît kiribû ku li Sûriyê sîlehên kîmyewî hatine bikaranîn.

Rejîma Esed ji bona textê xwe li ser pîya bihêle, kuştina jin û zarokan didomîne. Heta niha zêdetirî 200 hezar însan hatine qetilkirin.

cinarinsesi.com

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar