Şîrketên DYEyê ji Trump re bertek nîşandan

97 şîrketên DYEyê ji ber biryara ku Trump di derbarê 7 welatên Îslamî de dabû bertek nîşan dan. Şîrketan destnîşan kirin ku ev biryar cudakerî ye.

97 şîrketên ku di nav wan de Apple, Facebook, Google û Mîcrosoft jî hene û Elbay, Intel, Twîtter, Netflîx, Levî Strauss û Uber jî piştgirî didin wan ji ber biryara ku Trump di derbarê 7 welatên Îslamî de dabû bertek nîşan dan.

Şîrketên ku di derbarê vê yekê de daxwazname dan mehkemeyekî li San Fransîskoyê. Di daxwaznameyê de hat diyarkirin ku ev biryar cudakerî ye.   

Wekê ku tê bibîranîn Serokê DYEyê Donald Trump di dawiya meha çileya paşîn de di derheqê hemwelatiyên 7 welatên Îslamî yên wekê Iraq, Îran, Lîbya, Yemen, Surî, Somalî û Sudanê de biryar diyar dabû ku êdî çûna van kesan a li DYEyê qedexeye.

ÎLKHA



İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

9 gule li camên dikanê ketin
Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin